Pirtûka helbestan ya Fîgen Yuksekdagê hatiye qedexekirin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pirtûka helbesta bi navê “Yıkılacak Duvarlar” ya Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya berê ya HDPê bi iddiaya ku “propagandaya rêxistinê” tê de hatiye kirin, çapkirin, belavkirin û firotina wê qedexe kirine. Her weha biryar hatiye girtin ku pirtûkên hatine belavkirin were komkirin û piştre jî bên îmhekirin. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Ceylanê ve hatibû çapkirin.
Biryara qedexekirina pirtûkê 6emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Antalyayê daye.
Weşanxaneyê daxûyanî daye
Weşanxaneya Ceylanê li ser hesabên xwe yên medya civakî têkildarî pirtûka bi navê “Yıkılacak Duvarlar” daxuyaniyek daye û weha gotiye:
“Derbarê pirtûka bi navê “Yıkılacak Duvarlar” ya Fîgen Yuksekdagê de biryara qedexeye hatiye dayîn.”
Kolektîfa me ya weşangeriyê dê di bin her şert û mercî de helbestê, di bin her şert û mercî de romanên şoreşgerî û nexşeyên me yên teorîk wê bigihîne xwendevanan!”
"Bi berxwedan, bi înadeke zindî..."
(TY/AY)