Piraniya kesên nexweşiya wan giranin li Stenbolê û Enqereyê ne

* Fotograf: İsa Terli - İstanbul / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê bajarên ku herî zêde kesên ji ber Covîd-19ê nexweşiya wan giranin û têne dermankirin aşkere kiriye.
Kocayî li ser medya civakî daxuyanî daye û gotiye, “ Kesên nexweşiya wan giranin herî zêde li bajarên Stenbol, Enqere, Konya, Erzîrom û Yozgatê ye. Em dikarin bi hev re tedbîran pêkbînin û bi ser bikevin. Em bi hev re bi tedbir bin.”
Li gorî daxuyaniya Kocayî bajarên ku di hefteya dawî de hejmara nexweşan rojane lê zêde bûne Wan, Karaman, Ezirgan, Çankiri û Kayserîyê ye.
Nêzîkî nîvê nexweşan ciwan in
Fahrettîn Koca ciwan jî agahdar kiriye û weha gotiye:
"Ji sed kesên ku di meha dawîn de bi vîrusa Covîd-19ê ketine jê 40,1 ciwanên di navbera 20-40 salî da ne. Ji sedî 11ê kesên bi wan re zature hene jî di nav van kesan de ne. Ciwanên me ji bo ku xwe û mezinên me biparêzin divê di pêkanîna tedbîran de bibin mînak."(AS/AY/FD)