Fotograf: MA
Platforma Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Karmendên Dewletê (KESK) a Şaxên Enqereyê derbarê biryara Şûreya Dewletê ya ji bo Peymana Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Çalakî li Qada Sakaryayê ya Enqereyê pêk hatiye. Polîsan beriya daxuyaniyê qad dorpêç kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), polîsan destûr nedaye daxuyaniya jinan. Her wiha polîsan destûr nedaye ku rojnameger daxuyaniyê bişopînin û vîdeo û fotografan. Polîsan rojnamevanan daf dane û bi mile nûçegihana PÎRHAyê Melîs Cîddioglûyê girtine û wê avêtine erdê. Dîsa tundî li kameramanê Arti TV Kadîr Devîr û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Emel Vûralê kirine.
Jinan ji Qada Sakaryayê bi dirûşmeyan heta avahiya KESKyê ya li Kolana Selanîkê meşiyane. Hevseroka Giştî ya KESKyê Şukran Kaplan ji bo tundî û astengiya polîsan axiviye û tundî û astengî şermezar kiriye. (FD)