Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Parlamentoya Ewropayê(PE) pêşnûmaya biryara ya bi sernava “Li Tirkiyeyê di serî de HDP, zextên li ser mixalefetê” hatiye pesendkirin. Di dengdanê de pêşnûma bi 603 dengan li dijî 2 hatiye qebûl kirin. Her weha 67 parlamenter bê deng man in.
Di pêşnûmaya hevpar ya ku komên Xrîstiyan Demokrat, Sosyaldemokrat, Lîberal, Kesk û Çep ên di nav PEyê de amade kirine de hatiye destnîşankirin ku zext li ser HDPê û partiyên mixalefetê zêde bûye û gîhaştiye cihê xembariyê. Her weha ev rewş hatiye şermezarkirin.
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku zextên li ser mixalefetê rewşa dramatîk a mafên mirovan a li Tirkiyeyê û hilweşîna berdewam ya demokrasî û dewleta qanûnê eşkere dike.
Parlamentoya Ewropayê bi taybetî bal kişandiye ser zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û doza ku ji bo girtina wê partiyê hatiye vekirin û bibîrxistiye ku nêzîkî 4 hezar endamên HDPê di girtîgehê de ne.
PEyê doza girtina HDPê şermezar kiriye
PEyê rakirina parêzbendiya hin parlamenterên HDPê û doza ku bi daxwaza girtina HDPê hatiye vekirin şermezar kiriye. Endamên PEyê destnîşan kiriye ku wan biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya derbarê Omer Farûk Gergerlîoglûyî de daye bi kêfxweşî pêşwazî kiriye û divê demildest parlamenteriya Gergerlîoglûyî lê vegerînin.
Her weha PEyê daxwaza serbest berdana parlamenterên HDPê yên di girtîgehê de ne kiriye.
Di pêşnûmayê de behsa rewşa her du hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê jî hatiye kirin û ji Tirkiyeyê hatiye xwestin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) pêkbînin.
Parlamentoya Ewropayê destnîşan kiriye ku zext li ser Partiya Gel a Komarî(CHP) jî zêde bûye û gotiye, ev cihê nîgeraniyê ye. Her weha PEyê daxwaza rakirina parêzbendiya Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî ê CHPyê şermezar kiriye.
Endamên PEyê tayînkirina qeyûman û girtina şaredarên hilbijartî ji wezifeyê şermezar kiriye.
(KO/AY)