Pêvajoya serlêdanê ya ji bo "Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemeniya Azad destpê kiriye.
Xelat di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne (wêneyên nûçeyan)”, “Karîkatûr” û “Nûçeyên Jinan” de wê bên dayîn. Kesên hêjayî xelatdayînê hatine dîtin wê di 18ê Îlonê de bên aşkerakirin.
Pêşbirk îsal jî ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Zimanê pêşbirkê kurmancî û tirkî ye. Beşa “Nûçeyên Jinan” ji bo bîranîna rojnameger Gurbetellî Ersozê tê lidarxistin.
Her beşdar dikare bi beşekê û bi berhemek beşdarî pêşbirkê bibe. Pêşbirk di her beşê de ji aliyê endamên jûriyê ve wê were nirxandin.
Beşdar herî dawî dikarin heta 10ê îlona 2021an serî li pêşbirkê bidin.
Divê beşdar berhema xwe bi rêya PTT ango kargoyê bişînin û her wiha dikarin rasterast bi dest jî radestî rojnameyê bikin. Xwediyê berheman berpirsiyar in ku heke berhem ji ber kargo an jî postayê dereng bigihên destê saziyê.
Şertên beşdariya
“* Li gorî şertên ku di şertnameya teknîkê ya pêşbirkê de hatine diyarkirin, her kesê xwedî berhem dikare beşdar bibe.
* Endamên jûriyê û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin.
* Divê berhemên bişînin pêşbirkê berê nehatibûn weşandin û piştî 10’ê îloana 2020’an hatibin weşandin.
* Beşdar dikare bi berhemek xwe ku heta niha beşdarî tu pêşbirkan nebûbû beşdarî vê pêşbirkê bibe.
* Heke derkeve holê ku berhemek berê hatiye weşandin û ne aydê beşdar e wê derbarê wî/wê de karûbarê binpêkirina rêgez were sepandin û xelata bigire jî dê were betalkirin. Heke xelat wergirtibe jî divê were îadekirin.
* Her beşdarê ku berhem bişîne pêşbirkê divê şertan qebûl bike û beşdarên li gorî şertan tevnegerin dê derveyî pêşbirkê werin hiştin.
* Heke berhem hatibe weşandin, navê berhem, cihê ku lê girtiye û xêz kiriye û dema wê, heke hatibe weşandin jî divê navê wê rojnme, kovar, ajans, malpera înternetê, TV were nivîsandin û divê agahiyên weşandinê û kopyeyek weşanê di dosyeya beşdar de hebe.
* Lazime beşdar kurtejiyana xwe, navnîşana xwe û agahiyên derbarê berhem de binivisîne û wêneyek xwe bixe nava dosyeya beşdariyê.
Jûrî
* Jûriyên Nûçeyên Kurdî: Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Bêrîtan Zagros, Ramazan Olçen, Omer Tur
* Jûriyên Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Farûk Eren, Îbrahîm Varli, Huseyîn Aykol
* Jûriyên Nûçeyên Jinan: Nevîn Cerav, Gulşen Koçûk, Bîrcan Degîrmencî, Ceren Sozerî, Elîf Akgul
* Jûriyên Wêneyan: Çetîn Altun, Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Alî Dagli, Refîk Tekîn
* Jûriyên Karîkatûran: Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Ender Ozkahraman, Asli Alpar
Şertnameya teknîkî
* Beşdar dikarin bi nûçeyên mijarên wek polîtîka, aborî, ekoloji, perwerdehî, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzîş beşdarî pêşbirkê bibin. Divê nûçe bi awayê 5 rûpel werin şandin.
* Divê beşdarê ku bi wêne tevlî pêşbirkê dibe li pişta wêne li kuncikê çepê yê xwarê navê berhem û navê xwe bi etîketek were nivîsandin. Divê cih, dîrok û navê nûçeyê were diyarkirin. Wêneyê were şandin lazime 2000 pîksel be, di formata JPG de be û qalîteya wê 300 DPÎ be û bi awayê qalîteya 12 were pêşkêşkirin.
* Heke desteya hilbijêr bixwaze dikare wêneyê resen jî daxwaz bike.
* Heke li ser wêne hatibe leyîstin û rastiya wî guherandibe (eyarên ronî, reng, kontrast ne têde) dê ew wêne neyê nirxandin.
* Karîkatûrên were şandin divê navê beşdar û navê berhemê hebe. Divê berhem resen be.
Karîkatûr divê bi mezinahiya herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) en fazla A3 (29,7 cm x 42 cm) be û li ser tu zemînê neyê zeliqandin.
Navnîşan:
Web: yeniyasamgazetesi1.com, e-posta: [email protected]
Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90
Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul”
(FD)