Pêvajoya kontrolkirina lîsteyên dengdêran ên ji bo hilbijartina herêmî wê îro bi dawî bibe.
Hilbijartina herêmî wê 31ê Adara 2024an roja Duşemê li seranserê Tirkiyeyê pêk bê.
Îro her weha pêvajoya îtirazê ya li van lîsteyan jî wê bi dawî bibe.
Li gorî nexşeya pêvajoya hilbijartinê, di 2yê Kanûna Paşiyê de amadekirina lîsteyan dest pê kiribû. Di 4ê Kanûna Paşiyê de jî hatibûn ragihandin. Heman rojê pêvajoya îtîrazê dest pê kiribû.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) wê heta 20ê Kanûna Paşiyê roja Şemiyê biryarên xwe yên derbarê îtirazan de bi dawî bikin.
Her weha pêvajoya kontrolkirina lîsteyan ya li ser malpera YSKyê û e-Devletê jî wê îro bi dawî bibe.
Kesên bixwazin ji bo di sendoqên gerok de dengên xwe bidin, wê îro di nava saetên karkirinê de bikaribin serî li YSKyê bidin. (AÖ/FD)