Pêvajoya dengdanê ya li derveyî Tirkiyeyê bidawî buye

Fotograf: Celal Güneş / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya dengdanê ya ji bo tûra duyem a hilbijartina Serokomariyê ya 28ê Gulana 2023yan a li derveyî Tirkiyeyê, bidawî bûye.
Li gorî daneyan 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr hene û li ser hev milyon û 889 û 398 kesan deng dane. Rêjeya hilbijêrên ku dengên xwe dane, ji sedî 57,48 e ku ji rêjeya beşdarbûna hilbijartinên 2018an û tûra yekem a hilbijartina Serokomariyê bilindtir e. Tûra yekem a hilbijartinê di 14ê Gulanê de pêk hatibû.
Li gorî van rêjeyan, li Ewropayê herî zêde li Almanyayê hilbijêran çûne dengên xwe dane.
Di tûra duyem de li Almanyayê 760 hezar û 795 hilbijêran deng dane ku li vî welatî milyon û 504 hezar û 967 hilbijêr hene. Di tûra yekem de 732 hezar û 831 kes çûne ser sindoqan ku rêje ji sedî 48,7 e. (AEK/FD)