Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya dengdanê ya ji bo Hilbijartina Serokomariyê saet di 08.00ê de destpê kiriye.
Di pisûlêyê de namzedê Tifaqa Milletparêz Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û namzedê Tifaqa Cûmhûr Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan hene.
Hilbijêr wê bikaribin heta saet 17.00ê dengên xwe bikar bînin.
Hilbijêr dikarin bi nasnameyên ku li ser wê jimara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê hebe, bi nasnameyên ku mohra sar hene, pasaport, karta zewacê, karta leşkeriyê, karta ajokariyê, karta nasnameyê ya pîşeyî ya didin dozger, dadwer û endamên saziyên dadgeha bilind, nasnameya parêzerî an jî noteriyê dengên xwe bidin. Yên yek ji van nasnameyan nedin, wê nikaribin dengên xwe bidin. (AS/AY)