Komeleya Parastina Mîrata Çandî ya Diyarbekirê (DKDV) û Anadolû Kulturê, pêşangeheke online bi navê “Posteya Bajarokan” vekir.
Di vê pêşangehê de sê bajarên dûrî Amedê, Farqîn, Erxenî û Gêl hatine vegotin. Sê nivîskar û lêkolînerên liv an bajaran ji dayik bûne û li wan deran mezin bûne, behsa wan dikin.
Di pêşangehê de bi sernavê ''Bajarê Hebûnê: Meya Farqîn'', ''Gereke Asîmanî li Erxenîyê”, ''Li Jor û ji Jêrên Avê: Egîl” behsa van bajarokan hatiye kirin.
Nivîskar Dilawer Zeraq çîroka Farqînê ya ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye, bi şopên serdema Roma, Bîzans û Merwaniyan vedibêje.
Nivîskar Müslüm Üzülmez li ser kevirên li kêleka Dêra Meryem a li lûtkeya Çiyayê Makamê, ji Kela Erxeniyê heta cihê Zülküf Pêxember, ji Kolandina Çayönüyê heta Gara Trenê ya Erxeniyê, li ser kevirên li kêleka Dêra Meryem a li lûtkeya Çiyayê Makamê rûniştiye, qala Erxenîyê dike.
Rojnameger Altan Sancar çîroka Egîlê bi gundên ku ji ber bendavê di bin avê de mane, rolyefa Keça Qral a ku navê xwe lê kiriye, Ermeniyên bûne misilman yên ku di Belgefîlma “Xaça Veşartî” de jî behsa wan kiriye, bi zaravayê zazakî vedibêje û behsa komeke pirtûkan dike ku di dema derbeya 1980an de hatine berhevkirin.
Ji bo pêşangeha online, bitikîne
(FD)