Pêşangeha Hefteya Rûmetê ya Transan ya li Depoyê hat qedexekirin
Depoyê derbarê biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyogluyê de daxuyanî da û wiha got: "Em ê bi rêyên hiqûqî îtirazî biryara qedexeyê bikin."

Pêşangeha bi navê "Dön- Dün Bak: Li Tirkiyeyê Dîroka Tevgera Transan" ya Kolektîfa Pêşangeha 10emîn a Hefteya Rûmetê ya Transan duh Qeymeqamtiya Beyogluyê bi danezaneke qedexe kir. Pêşangeh wê li Depoyê bihata çêkirin.
Depoyê derbarê mijarê de wiha got:
“Ji ber vê danezanê, em neçar man ku pêşangeha ku me ragihandibû ku dê heta 27ê Tîrmehê ji serdanan re vekirî be, bigirin.
“Weke ekîba Depoyê em ê li dijî vê biryara qedexeyê bi rêyên hiqûqî îtiraz bikin. "Em ê di rojên pêş de geşedanên pêvajoya darazê bi raya giştî re parve bikin."
Pêşangeha "Dön - Dün Bak" ku li ser dîroka tevgera transan a li Tirkiyeyê xebatan dike, di 26ê Hezîranê de li Stenbolê hatibû vekirin.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.