Pêşangeha “Crossroads 6”ê li Art on İstanbulê dest pê kiriye

Pêşangeha “Crossroads 6”ê li Art On İstanbulê dest pê kiriye.
Pêşangeh ji du beşan pêk hatiye. Di beşa pêşî de berhemên sê hunermendên cuda hene; Bawer Doğanay, Özkan Işık û Hilal Can. Di beşa paşî de jî dîsa berhemên sê hunermendên cuda cî girtine; Rebuar Rezzak İlge, Nurgül Gökçen û Meliha Sözeri.
Pêşangeh wê heta 20ê Tîrmeha 2023yan vekirîbe. Kesên bixwazin dikarin ji roja sêşemê heta roja şemiyê saet di navbera 10.00 û 19.00ê de serdana pêşangehê bike.
Ji metna çapemeniyê ya pêşangehê
“Mebesta sereke ya Art On İstanbulê, armanca rêzepêşangeha Crossroadsê ew e ku ji hunermendên serbixwe re mazûbaniyê bike û her wiha rê li ber wan veke. Rêzepêşangeha Crossroadsê, vê carê bû xaçerêyeke ku ev hunermend lê bikaribin li pêşniyazên xwe yên îroyî, jîndarî û lêgerîna hilberîn û afirîneriya xwe temaşe bikin.
Ev pêşangeh li ser xaçerêya ramanên teorîk ên derbarê huner û peywira hunerê de radiweste û girîngiya fikra ku digel cudatiyên me jî em dikarin bi hev re bijîn, derdixe pêş.”
(FD)