Ezmûna Saziyên Xwendina Bilind (YKS-2024) 25ê Tîrmeha 2024an roja Pêncşemê dest pê kir û dê 2ê Tebaxa 2024an roja Înê jî bi dawî bibe.
Xwendekarên ku dixwazin beşa kurdî hilbijêrin dê çawa bikarin? Li kîjan bajaran beşa kurdî heye û bi çend puanan dikarin qezenc bikin? Naveroka beşa kurdî çi ye û çawa ye? Piştî zanîngeh qedîya dikarin çi bikin?
Ji sala 2011an vir ve Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya lîsansê li Zanîngehên Muş Alparslan, Bingol û Mardin Artukluyê vebûne. Herî dawî 27ê Gûlana 2024an, îsal li Zanîngeha Dicleyê jî lîsansa kurdî vebû û cara ewil e dê îsal xwendekaran qebûl bike. Herwiha li Zanîngeha Munzûrê û ya Bingolê beşa zazakî jî heye.
Puana her beş û zanîngehekê cuda ye. Beşa kurdî li gorî puana “SÖZEL”ê xwendekaran distîne. Herî dawî, li gorî bicihbûn û tercîhkirina zanîngehan puanên dawî bi vî rengî ne.
Mêrdîn Artuklu
Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna zanîngeha Artukluyê wiha ne:
360,20367 (2023)
343,74599 (2022)
275,97235 (2021)
295,66153 (2020)
Çewlîk
Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Bingolê wiha ne:
246,52084 (2023)
232,71338 (2022)
Kontenjan vala man(2021)
Kontenjan vala man (2020)
Çewlîk Zazakî/Kirmanckî
232,72578 (2023)
210,36815 (2022)
Kontenjan vala man (2021)
Kontenjan vala man (2020)
Muş Alparslan
Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Muş Alparslanê wiha ne:
244,50792 (2023)
218,60505 (2022)
Kontenjan vala man (2021)
Kontenjan vala man (2020)
Munzur (Dêrsim)
Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Munzurê wiha ne:
223,73620 (2023)
215,33363 (2022)
Kontenjan vala man (2021)
Kontenjan vala man (2020)
Rêveberîya Dicleyê, 27ê Gûlana 2024an, li ser hesaba xwe ya Xê dabû zanîn ku beşa kurdî di bin banê Fakulteya Edebîyatê ya Sezaî Karakoç da dest pê kirîye û li gorî puana YKSyê ya 2024an dê 25 kontenjanan vekin. Ji ber ku beşa kurdî li Zanîngeha Dicleyê nû vebûye pûnanên wê ne dîyar in. Puanên wê dê îsal dîyar bin û saleka din, dê li gorî puanên îsal xwendekaran qebûl bike.
Di beşa kurdî de kîjan ders hene?
Di çar salên lîsansê da, di warê edebîyatê da, edebîyata klasîk û modern heye. Di warê zimanî da zimanzanî, wergêr û berawirdîya di navbera zaraveyên kurdî da heye. Herwiha dersên wekî, dîroka kurdî, mîtolojî, folklor û çapemenîya kurdî jî heye.
Piştî çar salên zanîngehê, xwendekar bi rêya azmûna KPSSyê dikarin bi awayekî fermî bibin mamoste û di bin banê MEBê da dersên kurdî bidin. An jî ew kesên dixwazin li ser kar û xebatên kurdî berdewam bikin, dikarin di akademîyê da dewam bikin û li zanîngehan dersan bidin. Mastera Kurdî li Bingol, Mêrdîn, Amed, Wan û Mûşê heye û herwiha li Amed, Mêrdîn û Bingolê jî doktoraya kurdî heye.
(EÖ/AY)
*Ev nivîs ji Botan Timesê hatiye girtin