Perwerdehîya ji dûr ve wê heta 31ê Kanûna Pêşiyê bidome
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî(MEB) ragihandiye ku hemû çalakiyên fêrkarî û perwerdehîyê heta 31ê Kanûna Pêşiyê wê bi rêya perwerdeya ji dûr ve bidome.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî ê AKPê û Serokomar duh li piştî civîna kabîneyê tedbîrên nû aşkere kiribû.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan aşkere kiribî ku çalakiyên fêrkarî û perwerdehîyê yên li dibistanên ku di betlaneya nîvê salê de ye heta dawiya salê wê bi awayê online bidome. Piştî daxuyaniya Erdoganî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî derbarê mijarê de daxuyanî daye û zanyarî belav kiriye.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin, “Hemû çalakîyên fêrkarî û perwerdehîyê yên fermî, taybet û honakî heta 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an wê ji dûr ve bidome. Her weha hûrgilîyên têkildarî pêvajoya perwerdehîya ji dûr ve wê bê aşkere kirin.”(AÖ/AY)