Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tevlî mîtînga ku li Parka Mûsa Antera Wanê hatiye lidarxistin, bûye.
Bûldanê di axavtina xwe de weha gotiye, ““Li ser vê axê, gelek êşên mezin hatiye jiyîn. Berdêlên gelek mezin hatine dayîn. Ji bo aştiyê têkoşîn hat birêve birin. Her tim li ser navê aştiyê, demokrasiyê û azadiyê têkoşînên mezin hatin dayîn. Em vê rastiyê baş dizanin û me şahidiya vê yekê kiriye. Tu carî gelê me polîtîkayên şer erê nekiriye. Li welatê me, ev 6 meh in polîtîkayên şerekî dijwar tên bi rêvebirin. Sedama van şer û polîtîkayan jî desthilatdariye. Ev jî dibe sedem ku krîzên siyasî yên desthilatdariyê mezin dibin. Sedema van hemûyan jî desthilatdariya AKP û MHP ye.”
“Ji bo ku aştî û çareserî pêk nehat, Tirkiye her roj ber bi aliyekê ve diçe. Pêvajoya diyalog û mizakereyê ya di sala 2013an de dest pê kir, ji bo guhertina qedera Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêngavek dîrokî bû. Me weke gelên Tirkiyeyê ev ji nêz ve şopand. Ne tenê pêvajoya aştî û muzakereyê, di heman demê de gavên li paş wê hatin avêtin jî hebûn. Ji bo vê di 28ê Sibatê de mutabakata ku li Dolmabahçeyê hat xwendin girîng bû. Lê serdestên vî welatî, ji çareseriyê bêtir neçareserî tercîh kirin. Polîtîkayên şer tercîh kirin û darbe li pêşeroja hevpar a gelan xistin. Her ku çû tecrîd kûrtir kirin û xwestin hêviya aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bidin ji bîr kirin.”
Pirsgirêka Kurd
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a HDPê weha gotiye, “Çi dibe bila bibe, em dê li her qadê li dijî şer, di aştiyê de israr bikin. Ji ber ku em dizanin kesên vî welatî bi rêve dibin, dijminê Kurd, jin, Elewî, Sunne, Ermen û Suryaniya ne. Yên li dijî van têdikoşin, hevalên me yên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin niha di girtîgehan de ne. Em aştiyê dixwazin û em di vê daxwaza xwe israr dikin.”
“Dema ku aştî were vî welatî em dizanin ku dê tecrîd jî rabin û azadî jî hebin. Selahattin Demirtaş, Figen, Gultan û Sebahat jî dê derkevin. Ji ber vê am dev ji aştiyê bernadin, em dev ji siyaseta xwe ya aşitiyê bernadin. Ji ber vê jî em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêyên demokratîk destnîşan dikin. Pirsgirêka kurd û pirsgirêka aştiyê tenê ne ya HDP ne. Pirsgirêka hemû kesên xwedî wijdan e. Çaresernekirina pirsgirêka kurd dibe sedema mexdûriyeta 83 milyonan. Ji ber wê dem hatiye em ji bo aştî û çareseriyê biqîrin û daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bikin.”
“Piştî vê saetê ger pêwîstî bi avakirina tifaqek hebe, divê ew jî tifaqa aşitiyê be.”
(KO/AY)