Fotograf: Çapemeniya HDPê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) pirsiyarên Ajansa Mezopotamyayê bersivandiye.
Bûldanê têkildarî serdana Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) ya di 9ê Tîrmehê de ji bo Amedê gotiye, “Hilbijartinek nû nêzîk dibe. Em dibêjin hilbijartina pêşwext dibe. Ew dibêjin 2023 lê li Tirkiyeyê ti carî hilbijartin di dema xwe de çênebûye. Bi rastî jî em dikarin vê yekê weke nîşana hilbijartina pêşwext bigirin dest. Ji bo ku desthilata wan bimîne dê ji kê re çav biqirpîne? Kurdan hêsan dibîne. Lê berevajî ye.”
Bûldanê têkildarî helwesta mixalefetê ya ji bo HDPyê gotiye, “Heke HDP di dema hilbijartinê de helwesteke cuda nîşan bide û hewl bide rêyeke sêyemîn bide pêş xwe, wê HDP ne berpirsyarê vê be. Wê partiyên mûxalefetê yên ku naxwazin li kêleka HDPê xûya bibin, berpirsyar bin.”
Bûldanê li ser pirsa “Ji Tifaqa Milletê ji bo tevlîbûnê tu bangek ji bo hat kirin?” gotiye, “Ne ji wan bangeke bi vî rengî hat, ne jî hewesek me ya bi vî rengî heye. Pêdiviya me bi vê yekê nîne. Di hilbijartinên parlamantoyê de pirsgirêkeka me ya weke benda hilbijartinê ya ji sedî 10ê nîne.”
"Me her tim got, "Em tên vî welatî bi rê ve bibin. Heke dîsa yekîtiyek hêzê çêbibe, hewcedarî bi tiştekî nû heye ku divê bê guman wê nûnerên HDPê û Kurdan jî tê de bin.”
“Di hilbijartinên herî dawî de yekitiya hêzên demokratîk hat pêkanîn. Me weke HDP li hin cihan ji bo AKP bi ser nekeve, piştgirî da yekitiya hêzên demokratîk.”
“Lê mixalefetek heye ku naxwaze ew û HDPê di heman fotografê de cîh bigirin û navê wê bilêv bibe. Ev şêwaza mixalefetê bi ser naxe.”
“Em temaşeyî partiyên ku di nava Tifaqa Milletî de ne dikin, ji bilî Partiya Gel a Komarî(CHP) rêjeya dengên çi partiyekî din bi qasî yê HDPê nîne. Divê her kes vekirî û zelal be.”
(DŞ/AY)