Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan aşkere kiriye ku ew bi koronavîrusê ketiye.
Bûldanê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku wê li mala xwe di karantînayê de be û were dermankirin: "Encama testa min a Covidê pozîtîf derket. Ji bo vê gavê pêvajoya min a karantîna û dermankirinê wê li malê bibore.”
Covid testim pozitif çıktı. Karantina ve tedavi sürecimi şimdilik evde geçireceğim.
— Pervin BULDAN (@PervinBuldan) January 21, 2022
Gelek kesan li ser hesabên medyaya civakî selametî ji Bûldanê re xwestiye. Li gorî zanyariyan Bûldan wê li mala xwe ya li Stenbolê bimîne.
Li gorî daneyên ku duh (20ê Kanûna Paşiyê) hatin aşkerekirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawiyê de testa 414 hezar û 312 kesî hatiye çêkirin, ji van a 71 hezar û 843 kesî pozîtiîf derketiye. 166 kes mirine, 85 hezar û 948 kes baş bûne. (AÖ/FD)