Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wekî ku tê zanîn, ji salên 1950 an û vir ve, nêzîkatiyek nû ya pergala xwarinê bi şoreşa kesk re serdest bû. Di şaxê hilberînê yê vê nêzîkatîyê de gelek encamên bingehîn derketin holê: pêşxistina cûreyên genimên berhemdar, berfirehkirin û pêşxistina binesaziya avdanê, karanîna nûtirîn teknolojî û sermayeyan, teşwîqkirina tovên hîbrîd, zibilê sentetîk û pestisîdan û yekkirina axê.
Ji hingê ve, xwarina serê kesekî ji sedî 30 zêdetir bûye. Bikaranîna gubreya nîtrojenî heşt qat zêde bûye û cîyên tên avdanê du qat zêde bûne. Digel vê yekê, û paralelî vê yekê, lîberalîzasyonbûna bazirganiya navneteweyî ya ku ji hêla gerdûnîbûna neolîberal a ku ji 1980 an vir ve serdest e, yekbûna vertîkal a zincîreyên hilberîn û peydakirina xwarinê, nûbûnên di teknolojî û berhevkirina xwarinê de, digel guherînên di daxwaziya xerîdar de ji ber dan û standinê, pêşkeftina rejîma xwarina şîrketîbûyî qedand û li ser pergala çandinî-xwarinê dom kir. Vê rejîma xwarinê li ser astên cihê yên demkî û fezayî ji nû ve şekil daye û pergala çandinî-xwarinê.
Nakokiyên rejîma xwarinê
Her çend rejîma xwarina heyî xwe wekî soza pêşkeftina gerdûnî û birçîbûnê dide nasîn jî, ew nakokiyên civakî û ekolojîk di xwe de dihewîne. Veguheztina têkiliyên hilberîn, belavkirin û vexwarinê yên li dora xwarinê, digel zêdebûna newekheviya dahat û dewlemendiyê, ji bo gihîştina xwarinê bi taybet jî ji bo belengaztirîn beşên civakan, tengasîyên cûr bi cûr derdixe pêş.
Rejîma xwarina bûyî karê şîrketê, ji aliyekî ve dibe sedema kûrbûna wêranbûna ekolojîk û krîza îklimê, ji aliyekê din ve, ew belengazan li hemberî pirsgirêkên hawîrdorê û jîngehê lewaz dike.
Li çaraliyê cîhanê, bêtir xwarin ji ya ku hewce dike ji bo têrkirina tevahiya nifûsê tê hilberandin; lê belê li dor 819 mîlyon mirovî birçî ne, 821 mîlyon mirov têr naxwin, 154 mîlyon zarokên bin 5 salî kêm dimînin û mezin nabin, û 613 mîlyon jin û keçên 15-49 salî hesinê wan kêm e. 2 mîlyar mirovên gihaştî qelew an jî zêde qelew in. Ji sala 2019an heya 2021an, her çend di hilberîna xwarinê de kêmbûnek çênebe jî jimara mirovên têrxwarî bi 161 mîlyonan zêde bû.
Ev krîza têrxwarinê; bi piranî ji ber berhevokek faktorên têkildarî guherîna îklimê, yên wekî pevçûn û şerên navxweyî, şert û mercên hewayê yên nediyar, têkçûna zincîrên peydakirinê yên dirêj/gerdûnî, ji ber pandemiya Covid-19ê ve girêdayî ye.
Dema di vê pêvajoyê de, zêdebûna buhayên xwrinê bi hatina kêm û zêdebûna newekhevîya hatinê ve dibe yek çiqas diçe pirrtir mal û malbat bi bêewlebûna xwarinê ve rû bi rû dimînin.
Berpirsê yek ji sê parên emîsyonan e
Ji hêla din ve, lêkolîneka nû ya ku di Nature Food de hatî weşandin dibêje pergala xwarinê ji sê paran yek parê (ji sedî 34) emîsyonên gerdûnî berpirsiyar e.
Li gorî rapora IPCCyê, ev rêje li seranserê pergala xwarinê ji çalakiyên çandinî û heywandariyê ji sedî 10-12 e; Ji sedî 8-10 ji karanîna axê û guheztina karanîna axê, di nav de jêkirina daristanan û xirabkirina axa; û ji sedî 5-10 jî ji çalakiyên zincîra peydakirinê ye.
Ev texmîn emîsyonên gazên serayê yên ji windabûn û avêtina xwarinan pêk tê. Her sal, ji sisiyan yekê xwarina ku li çaraliyê cîhanê tê hilberandin di hin qonaxan de, ji hilberînê heya vexwarinê, tê avêtin.
Hilberîner bê qewet dibin
Di dema ku pergala çandinî-xwarinê îklimê diguherîne de, zêdebûna germê ji ber guherîna îklimê, guherîna demsalan, zêdebûna kêmasîya avê, bûyerên hewayê yên zêde û şewatan jî dest pê kir ku bandoreka neyînî li pergala çandinî-xwarinê bikin .
Bûyerên hewayê yên wekî lehî, bahoz û germa zêde zirarê dide heywan û berheman û hilberîneran ji hêla aborî û civakî ve hê bêtir bê qewet dike. Digel vê yekê, guherînên demsalî potansiyela wan heye ku nifûsa kêzikan zêde bikin û bibin sedema zêdetir bikaranîna pestîsîtan.
Dema bihar zû dest pê dike ev yek dibe sedem ku çandinî berî bigihîje wê asta têr av û xwarinê û biseride, yan jî ku qeşa li serikê çandinîyan bide. Zivistanên germtir û havînên pir germ lêçûnên hilanîna xwarinê zêde dikin- ku ev yek jî ji ber kêmbûna cemidandina hewce pêşîyê li ber xisarkirina xwarinê vedike, an jî zêdetir enerjî ji bo hênikkirinê tê bikar anîn û ji ber vê yekê jî zêdetir emîsyona gaza karbonê pêk tê.
Dirêjbûna demsalên şewatê ji bo tenduristiya hilberîneran, jîngeh û hilberîna wan, ku debara wan a sereke ye, xetereyek mezin çêdike. Hemî ev tişt buhayê tiştan zêde dikin ku ev dibe sedema bêbawerîya li xwarinê. xulase, zêdebûna germê û zêdebûna asta CO2yê di atmosferê de ne tenê bandorê li dabînkirin û ewlehiya xwarinê dike, lê di heman demê de kalîteya xwarina gihîştî jî kêm dike.
Ji neheqiya îklimê heya neheqiya xwarinê
Bi kurtasî, pergala çandinî-xwarinê bi guherîna îklimê re di nav çemberek xedar de tevdigere: ew hem di nav sedemên sereke yên guherîna îklimê de ye û hem jî ji guherîna îklimê bi giranî bandorê lê dike.
Rejîma xwarinê ya serdest ne çareseriya birçîbûn an kêmxwarinê dike, ne jî li hember qeyranên aborî, civakî, siyasî û ekolojîk berxwedêr e. Ji ber vê sedemê, serdemên krîzê bi vegotina pirsgirêkên jixwe heyî yên di vê rejîmê li pirsgirêkên din zêde dibin û kûrtir dibe.
Em dikarin bibêjin ku hemî ev bandor û tişt, bandoran li xelekên qels ên zincîra ku nahêle guherîna îklimê wekî hilberînerên piçûk û xerîdarên belengaz, bêtir lewaz bikin, Di vê gavê de em hem neheqiya xwarinê û hem jî neheqiya îklimê diafirînin.
Gelek aktorên siyasî û akademîk ji vê têkiliya di navbera pergala çandinî-xwarin û guherîna îklimê haydar in. Lêbelê, hin ji van aktoran bawer dikin ku ev pirsgirêk bi pêşnumaya bingehîn a şoreşa kesk a ku me nû behs kir çareser dibe.
Ev perspektîf heman sernivîsê diêxe sernivîsa nûçe, rapor û gotarên akademîk: Ji ber zêdebûna nifûsê û guherîna adetên parêzê, pêdivî ye ku hilberîn ji sedî 60 zêde bibe da ku heya 2050an daxwaziya xwarinê were kirin were pêkanîn, tê çaverêkirin ku berhênerên cîhanî bi qasî ji sedî 30 kêm bibin.
Bi mudaxeleyên teknîkî çareser nabe.
Ev axaftin deriyê çareseriyeka apolîtîk (û pir teknîkî) vedike. Rêbaza ku mirov bi guherîna îklimê û xetereyên wê re bibe serî; pirî caran bi navgîniya çareseriyên teknîkî yên wekî tovên li hemberî ziwabûnê bi qewet, teknolojiyên çandiniya îklim-hişmend, nexşeyên bîmeya çandiniyê an pergalên hişyariya zû têne dîtin, û di zêdekirina hilberîn û danînê de tê dîtin.
Lêbelê, nêzîkatiyeka ku armanca wê çembera xedar a di navbera guherîna îklimê û pergala çandinî-xwarinê de bişikîne nikare di navbêna teknîkî de were berhev kirin. Pêdivî ye ku meriv bi dînamîkên aborî, civakî û siyasî yên ku dibin sedema germbûna gerdûnî û dibe sedema vê çerxa xedar re mijûl bibe, û veguherînên li van deran divê bi vî rengî were sêwirandin ku rejîma xwarina şîrketbûyî ya serdest hilweşîne û bibe arîkarê avakirina rejîmeke nû.
Damezrandina rejîmeka nû ya xwarinê
Rêya yekem a damezrandina vê rejîma nû naskirina xwarinê wekî maf e. Derveyî dahatûya mirovan, ji bo ku mirov jiyaneka tendurist bijî hewce ye bi awayekî hêsan xwe bigihîjîne xwarinên bi tendûsrist û bikêr. Ji bo çareserkirina birçîbûn û kêmxwarinê, pêdivî ye ku hukûmet ji bilî domandina hilberîna xwarinê tiştinan bike û polîtîkayên ku mafê xwarinê garantî dikin nas bikin û bi rengekî çalak piştgirîyê bidine van polîtîkayan.
Ev tê wê wateyê ku ji pergala çandinî-xwarinê ya li ser bazarê hatî avakirin ve ber bi pergala çandinî-xwarinê ya li ser bingeha mafan ve derbas dibe. Ji bo gelek civakan, nemaze li welatên ku çandinî debara wan a sereke ye, ev tê vê wateyê ku piştgirî bidin şiyana civakê, derfet û jêhatîbûna xweya hilberîna xwarina xwe.
Di vê çarçoveyê de, wekî ku di Siyaseta Xwarinê ya Gel de ku ji hêla aktorên tevgera xwarinê ve li îngiltereyê hatî nivîsandin, tê diyar kirin; awayê afirandina polîtîkayeka xwarinê ku pêşengî ji hewcedarî û nirxên civakî û jîngehê re dike û mafê xwarinê garantî dike, pêkanîna serweriya xwarinê ye.
Bi destxistina xwarinê, wekî mafekî
Bi destxistina xwarinê divê wekî mafekî were nas kirin; lê belê, li gel bi destxistina xwarinê, çawaniya bi destxistina xwarinê jî mijarek girîng e. Her aktorên di sîstema xwarinê de xihê xwe digire; pêwist e ku Beşdarîya her aktorekî li vê pergalê û tevlîbûna vî aktorî li mekanîzmanyên bi destxistina xwarinê were piştrastkirin.
Mîsal, em li ser arîkarîyên neqdî û eynî yên li malbatekî, ji bo bi destxistina xwarinê, hatine kirîn bifikirin. Qertekî kirînê ji bo dan û standina li marketeka mezin çiqas dikare nêzî pênaseya serweriya xwarinê bibe: "Mafê mirovan heye ku bigihîjin xwarinên ji hêla çandî ve tendurist û guncav û ku bi awayên ekolojîkî saxlem û domdar têne hilberandin, û mafê mirovan e ku xwe bixwe pergalên xwarin û çandiniyê destnîşan bikin" ?
Serweriya xwarinê
Wekî ku ji danasîna wê jî tê fam kirin, prensîb û rêgezên bingehîn ên serweriya xwarinê di vê nuqteyê de vebûnekê pêşkêşî me dikin. Ev prensîb ji bo rêvebiriyeka demokratîk, kontrola pergala xwarinê didin hilberîner û xerîdar, ku ew aktorên pergala xwarinê ne.
Li gorî van prensîban, xwarin ji bo xwarina mirovan tê hilberandin, ne ji bo bazarên ku ji berjewendiyê re û ji spekulasyona darayî re vekirî ne. Ew dipejirîne ku yên ku xwarinê çêdikin di heman demê de yên ku zanyariyê jî çêdikin in, û îdia dike ku ji bo jiyaneka layîqê rûmeta mirovatiyê bi rê ve bibe, pêdivî ye ku ew bigihîjin mûçeyên dadmend û beşdariya dadperwer di mekanîzmayên biryardanê de.
Herweha, loklabûna serwerîya xwarinê, navendîkirina pergalên xwarinê û hewceyîya vê yekê tê dubarekirin. Ji ber ku zincîrên peydakirina xwarinê yên kurt û torên xwarinên herêmî bi îdeal tê wateya kêmkirina hejmara pêwendiya rasterast a hilberîner û xerîdar û/an hejmara navbeynkaran, ew kêmkirina destwerdana bazarên sermayeya cîhanî di lingê hilberîna zincîrê de hêsantir dike. Bi vî awayî kontrola aborî ya herêmî diparêze.
Pergala xwarinê bi gelemperî bi prensîbên parastina hilberîner re wekî mûçeyên dadmend ji bo hilberînerên piçûktir, parastina nasnameyên herêmî, çand û çavkaniyên agahdariyê têne hesibandin.
Ekolojîkkirina her girênîşkeka zincîrê
Wekî dawîyekî, girêdayî guherîna îklimê; tişta herî girîng ew e ku her girênîşka zincîrê ekolojîk be. Pêdivî ye ku pergala çandinî-xwarinê ji nû ve were saz kirin da ku hilberîn, dabeşkirin û mezaxtina ekolojîk bibe alîkar ji bo kêmkirina guherîna îklimê û her weha berxwedan û adaptekirina zincîrên hilberîn û peydakirînê bi bandorên guherîna îklimê re.
Parastina cihêrengiyê bi metodên agroekolojîkî li vir rolek sereke dileyze. Pirrengiya ajalan, kuwarkan, kêzik û bakteriyan, cihêrengiya karanîna axê, pratîkên çandiniyê û cihêrengiya aborî ji bo kêmkirina şoqên îklimê wekî faktorên parastinê derdikevin pêş.
Di heman demê de, pêkanîna rêbazên parastina axê, ji holê rakirina gubreyên sentetîk ûji holê rakirina tevlîbûna pestîsîtê derketina ji nav hilberîna karbon-dijwar pêkan dike.Digel zincîrên kurt ên bi destxistinê, pratîkên çandinîparêz bi parastina jîngehê piştgirî didin bi destxistina mirovan a xwarinê, berevajî pergala çandinî-xwarinê ya serdest, ku hema hema ji% 30-35 emîsyonan berpirsiyar e.
Armanca yekem sererastkirina neheqiyan e.
Bi kurtasî, bêyî ku em bêedaletîyên di rejîma xwarinê a şîrketbûyî de, bêedaletîyên ekonomîk û civakî ku êdî bi cî bûne, çareser û xilas bikin em nikarin bandorên çandinî-xwarinê yên li ser îklîmê kêm bikin an jî em nikarin vê sîstema guherîna îklimê bidine sekinandin, ne pêkan e.
Li berçavgirtina gelek teşwîqên civakî û siyasî yên ji bo terpilînê, noqsanîya gavên di vê paradîgmayê de hatine avêtin û rastiya ku ew neheqiyên nû çêdike dikare wekî îspata vê ûtopyayê were hesibandin.
Veguheztina pergaleka xwarina domdar û berxwedêr di bersivdayîna krîza îklimê de dikare bi naskirina mafê xwarinê û bi pejirandina prensîbên serweriya xwarinê pêk were. Veguheztineka wiha li herêmên gundewar û xwezayî bi piştgiriya cotkar û xebatkarên çandiniyê yên, û li bajaran jî bi piştgirîya kesên ku xwarinê dixwin, belav dikin, çêdikin û bi kar tînin pêkan e.
Ji bo afirandina vê piştgiriyê, pêdivî ye ku newekhevî û neheqiyên di pergala çandinî-xwarinê ya şîrketî de ne werin dîtin, û berjewendiyên hevpar werin dîtin û çareseriyên ku dê qelsiyên li vir ji holê rakin jî werin dîtin û bên populerkirin. Dê ‘edaleta îklimê û ‘edaleta xwarinê bi hev re pêk bên!
(FA/DA/UK/GY/SO/VU/AY)
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan- Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
12/ Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?- Fikret Adaman, Duygu Avcı, Umut Kocagöz, Gökçe Yeniev
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.