Ji bo nûçeya Ingilîzî / Tirkî bitikîne
Ew kesên bi operasyonê hatibûn desteserkirin û li girtîgeha bajarê Kocaelîyê diman ji girtîgehê reviyane.
Piştî hefteyekê hat zanîn ku ew reviyane
Li sala 2015ê operasyonek li dijî DAIŞê hat kirin. Bi operasyonê, Gokhan Bulut, Irfan Yıldız, Raşit Karadag, Serdar Sariçam û Duran Çoban hatibûn girtin. Her dîsa bi operasyonê gelek çek jî hatibûn dîtin.
Dadgehê biryar da ku têra nîşan bide ew kesên girtî endamên DAIŞê ne delîl nînin û wan kesan bazirganiya çekfirotinê kiriye.
Girtî ji beriya du rojan ji bo girtîgeha nîv vekirî ya Kocaelîyê hatine rêkirin.
Li gor nûçeya Hûrriyetê ya Fevzî Kızılkoyunî Beşa Îstixbarata Parastinê hişyarîyek daye ku û diyar kiriye: ‘’ Ew girtîyên qaçaxçî plan dikin ku biçin herema şer lê heyî ya Sûriyeyê.’’
Birêvebirên girtîgehê piştî hişyariyê biryar daye ku girtîyan dîsa vegerînin girtîgehê.
Dema ku birêvebirîyê biryar daye li gor hişyarîyê girtîyan vegerînin girtîgehê pê hesiyane ku girtî li 3yê Gulanê reviyane.
Biryara Lêgerîna Bilez
Ji bo ku girtîyên reviyayî bêne girtini ji bo hemî navendên ewlehiyê ‘’hişyarîya bilez’’ hatiye şandin.
Sê girtî hatine girtin lê didoyan karine birevin.
Li gor lêkolînan girtîyan ji bo revê plan kirine û Hasan Y.yî alîkariya wan kiriye.
Piştî reva girtiyan Dozgeriya Kandirayê û Dozgeriya Kocaelîyê dest bi du lêkolînên dadî kirine. (AS/MB)