Fotograf: Şaxa Stenbolê ya İHDê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Penabera bi navê F.A.S. nêzîkî 4 salane li Stenbolê dijî. F.A.S.yê gotiye ku ew rastî êrişên bi devkî û laşî yên cîranên xwe hatiye, cûdakarî li wê kirine û gefa kuştinê li wê û zarokên wê xwarine. Penaberê li ser van êrişan serî li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) daye.
Gulseren Yolerî Seroka Şaxa Stenbolê ya IHDyê û F.A.S.yê duh 13ê Çiriya Pêşiyê li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê derbarê bûyerê de zanyarî dane.
“Bila êrişên nefretê yên li dîjî penaberan were rawestandin”
Yoleriyê destnîşan kiriye ku li dijî penaberan her roj cûdakarî zêde dibe û gotiye, “Bila êrişên nefretê yên li dîjî penaberan were rawestandin”
“Mixabin, ji bo penaber li vî welatî bibin xwedî mafê jiyanê yê însanî, xebatên pêwîst nayên kirin. Gelek partiyên siyasî hewl didin bi gotinên cihêkar dengan bi dest bixin. Ev pêvajoya ku ew hewl didin dengan kom bikin, dibe sedeme mafê jiyanî jî di nav de hemû mafên penaberan binpê bibe.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê F.A.S.yê tiştên ku rûbirû maye bi zimanê erebî vegotiye. Yoleriyê bi tirkî behsa gotinên F.A.S.yê kiriye û gotiye, F.A.S. nêzîkî 4 sal in li Stenbolê dijî. Ji aliye cîranê xwe ve ku li heman avahiyê dijîn rastî êrişa laşî hatiye û piştî cîranên din jî tevlî êrişan bûne.
Yoleriyê diyarkiriye ku F.A.S. piştî êrişê çûye nexweşxaneyê raporê derpkirinê girtiye. Dema ji bo gilîkirinê çûye qereqolê li wir jî heqaret lê kirine.
“Piştî gilîkirinê êriş zêdetir bûne”
F.A.S.yê destnîşan kiriye ku piştî gilîkirinê êriş zêde bûne û daxwaza piştgiriyê kiriye:
"Demekê dirêj li emniyetê giliyê min negirtin, ez dam rawestandin. Di dema gilîkirinê de polîsek denge xwe bilind kir û heqaret li min kir . ew qereqola ku ez çûmê, weke ez sûcdar im nêzîkatî li min kirin. Piştî ku ez çûm qereqolê û min gilî kir, êrîş zêdetir bûn. Bi berdewamî gefan li min dixwin. Sê zarokên min hene û yê herî mezin 11 salî ye. Ji ber vê yekê zarok ji ber ku biçûk in ji vê bûyerê gelek bi bandor dibin. Ez ji bo hewcedariyên hiqûqî û tibî bang dikim. Ji bo pêşî li êrîşên bi vî rengî were girtin, pêwîstiya me bi piştgiriya civakê heye.”
Yoleriyê diyar kiriye ku ew ê pêvajoyê bişopîne.(KO/AY)