Fotograf: Twitter
Navenda PENa Kurd derbarê kuştina nivîskar Suhêl Xurşîd Ezîz de daxuyaniyek weşand û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku nivîskar û rojnamegeran biparêzin.
Nivîskar Suhêl Xurşîd Ezîz 28ê Tebaxa 2022yê li bajarokê Kufriya parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe rastî êrîşekê hatibû û miribû.
Navenda PENa Kurd di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser kuştina rojnameger û nivîskaran û gotiye: “Mixabin ev ne cara yekem e ku li Başûrê Kurdistanê nivîskar û rojnamevan dibin hedefa êrîşan, tên kuştin, girtin û birîndarkirin. Em di wê baweriyê de ne ku heger di demên berê de êrîşkar û kujerên rojnamevan û nivîskaran bihatana girtin û cezakirin, wê destê kuştin û gulekirinê wisa bi hêsanî negihîşta Suheyl Xurşed Ezîz û kesên mîna wî.”
Navendê ji rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku kesên bûne sedema vê kuştinê bêne girtin û cezakirin.
Derbarê Suhêl Xurşîd Ezîz de
Suhêl Xurşîd Ezîzê ku bi nasnavê Şemal dinivîse, sala 1960î li bajarokê Kufriyê ji dayîk bûye. Ji bilî zimanê kurdî, bi erebî û tirkmenî jî baş dizanîbû.
Ezîz, salên 1980î bi zimanê erebî dest bi nivîsandina helbestan kiriye, di navbera salên 1997-1998an de çend gotarên wî yên siyasî di rojnameya Welat de hatine weşandin û piştî sala 2000î jî lêkolînên wî yên erdnîgarî û dîrokî di du cildan de bi zimanê kurdî û erebî çap bûne.
"Dîroka Herêma Kufriyê Ji Demên Kevnar Heta 1958ê", "Çînên Civakî û Rêxistinên Siyasî Yên Germiyanê di Navbera Salên 1870-1970yî de", "Atlasa Kerkûkê li Gorî Rastiyên Dîrokî û Civakî", “Atlasa Başûrê Kurdistanê 1850-2008” navên çend berhemên wî yên çapkirî ne. (FD)