Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî civiyan û ragihand ku wan biryar daye ku beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê nebin.
Polîtburoyê diyar kir ku sedema vê biryarê destwerdanên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya li Herêma Kurdistanê ye.
Li gorî nûçeya Rûdawê di daxuyaniya nivîskî ya polîtburoyê de weha hatiye gotin, " Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”
"Em bangî hemû aliyên îdareya dewletê dikin ku di bicihkirina destûrê û xalên pêkanîna rêkeftina siyasî û hikûmetê de berpirsiyariya niştimanî wergirin.”
“Em hilbijartinên nedestûrî û ne demokrasî rewa nakin ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal li hemberî Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî tên encamdan."
PDK: Biryarên dadgehê li dijî prensîbên sîstema federalî ne
Çi bûbû?
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di 21ê Sibatê de biryar dabû ku sîstema kota ya Tirkmen û Xirîstiyanan li Parlamentoya Kurdistanê nedestûrî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar dabû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 10ê Hezîrana 2024an de bên kirin.
Li hember biryara Dadgeha Federalî, partiyên siyasî yên Tirkmen û Xiristiyan jî biryar dan ku beşdarî hilbijartinan nebin.
(AY)