Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Stenbolê mûdaxeleyî hilbijartina patrîkê ermeniyên Tirkiyeyê kir. Parlamenterê HDPyî garo paylanî sebeba vê yekê ji wezîrê karên navxweyî, Sûleyman Soylûyî pirsî.
Patrîkê ermeniyên Tirkiyeyê neh sal in ku ji ber nexweşiyan nikare karê xwe bike. 15 rûhanîyên girêdayî patrîkê Tirkiyeyê birêvebirê hilbijartina Patrîkî hilbijart.
Walîtîyê bi îmzeya cihgirê walîyî eşkere kir ku hilbijartina patrîkî ne hiqûqî ye. Walîtîyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku “hilbijartin dê bibe sebeba jihevcidabûnê, ji xwe cihgirê patrîkî karê xwe dike.”
Li gor kîjan rêziknameyê...?
Garo Paylanî eşkere kir ku cimaeta ermeniyan ji ber vê biryarê matmayî ye.
Paylanî pirsî:
1) Li gor kîjan rêziknameyê ev daxuyanî hatiye şandin?
2) Kê fermana şandina wê nameyê daye?
3) Sebeba bingehîn ya vê mûdaxeleyê çi ye?
Hilbijartin çawa dibe?
Piştî patrîk ji ser karê xwe diçe kesek wek wekîl dibe birêvebir(debax). Heta hilbijartinê hemî karan ew dike. Ji 7 delegeyan yekê Rûhanî dihilbijêre, 6 delegeyên dî jî gel dihilbijêre. Delege Patrîkî hildibijêre. (NV/MB)