Paşînyan: Tirkiye dixwazê komkujîyê berdewam bike

Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şerê Ermenistan û Azerbaycanê li Qerebaxê pênc roje berdewam dike. Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê Ermenistanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û rexne li Tirkiyeyê kiriye.
Paşînyanî di peyama xwe de destnîşan kiriye, “Piştî 100 salî ji ber çi Tirkiyeyê berê xwe daye Başûrê Kafkasyayê? Ji bo komkujiya Ermeniyan berdewam bike” û weha gotiye:
“Lewra ji bo Tirkiyeyê berdewam kirina polîtîkaya komkujîyê tenê ji bo Ermenofobîyê nîne di heman demê de erkeke pragmatîk e.”
“Xewna emperyalîst a Tirkan”
“Ermeniyên Başûrê Kafkasyayê û Ermenîstanê li pêş belavbûna Tirkan û pêkhatina xewna emperyalîst a wan li Bakur, Rojhilatê Bakûr û Rojhilat kosp û tegera dawî ye”
Paşînyan weha pêde çûye:
“Pirsgirêk êdî netenê ya Qerebexêye, ne jî ya ewlehîya gelê Ermen e. Ev êdî pirsgirêkeka ewlekariya navneteweyîye û îro gelê Ermen ji bo erka xwe ya nû a dîrokî ewlekariya navneteweyî jî diparêze. #StopAzerbaijaniAggression.” (