Partiya Çepên Kesk: AKP dixwaze li Colemêrgê dengan bidize

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Colemêrgê Partiya Çepên Kesk (YSP) di hilbijartina 14ê Gulanê ya parlamenteriyê de, her sê kursî bidest xist.
Li gorî encamên nefermî, YSPyê 95 hezar û 600 deng standine ku rêjeya wê ji sedî 62,47 e. AKPyê 31 hezar û 527 deng standine û rêjeya wê ji sedî 20,59 e, CHPyê jî 11 hezar û 86 deng standine û rêjeya wê jî sedî 7,24 e.
Di encamê de namzetên YSPyê Vezîr Parlak, Oznur Bartin û Onûr Duşunmez hatine hilbijartin.
Namzetê AKPyê û Walî hevdîtin kiriye
AKP li dijî van encaman li ser hev serî li saziya hilbijartinê daye û namzetê parlamenteriyê yê AKPyê yê Colemêrgê Abdulmuttalîp Ozbek û Waliyê Colemêrgê hevdîtineke taybet kiriye. Ji ber vê hevdîtinê, rêxistina bajarê Colemêrgê ya YSPyê diyar kiriye ku li dijî hewldanên dizîna dengan wan li avahiya rêxistina bajarê Colemêrgê ya HDPyê dest bi “Nobeta Demokrasiyê” kiriye.
Di navberê de 2 hezar û 900 deng hene
Namzetê YSPyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmezî ji bianetê re diyar kir ku “Piştî dengên li derveyî Tirkiyeyê hatine dayîn hatine belavkirin, li Colemêrgê YSPyê serkeftina xwe misoger kiriye. Lê dixwazin lîstikekê bilîzin. Ji bo AKP bikaribe li bajêr parlamenterekî/ê derxe, divê 2 hezar û 900 dengên di navberê de, ji holê bên rakirin.
“Ger di jimartina dengan de tişteki neqanûnî hatibe kirin, wan ev tişt kiriye. Dubare car jimartina dengan wê li gorî sûda me biencam bibe. Lê ev ew kesên ku baş dizanin bidizin, armanca me ew e ku em nehêlin dengan bidizin.”
Duşunmezî got, li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever û Çelê, li avahiyên kîsên dengan lê hene, wezîfedarên wan ên sindoqan hene û nobeta wan didome: “Li navçeyên Şemzînan û Rûbarokê wezîfedarên me ne li cihên kîsan e lê derfeta me heye em çavdêriyê li salonê bikin.” (NT/FD)
SALVEGERA KUŞTINA JÎNA AMINIYÊ
Sosyolog Hewjîn Beqalî: Em bi apartheida jinan re rû bi rû ne”

Ji bo nivîskarê rojavayî Menaf Osman 6 meh biryara ‘çavdêriya îdarî’ hat dayîn

“Nivîskar Menaf Osmanê piştî 30 salan tehliye bû, revandin Edîrneyê”

Ji sala 1993yan û heta niha “Hewldanên Aştiyê”

Vîdeoya dema wesayita çawişê pispor li Erdem Aşkanê 5 salî xistiye derketiye holê
