Parlementerên HDPê li dijî rakirina parêzbendiyan serî li DMê dan
Parlementerên HDPê ji bo teklîfa bo rakirina parêzbendiyan were betalkirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê dan.

Ji bo nûçeya Tirkî
Parlementerên HDPê ji bo betalkirina teklîfa bo rakirina parêzbendiya parlementeran ku li meclisê hatiye qebûlkirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê dan.
Endamên Komîsyona Makeqanûnê yên HDPê Mithat Sancar, Meral Daniş Beştaş, Berdeckê HDPê Ayhan Bilgen û Parlementerê Mêrdînê Erol Dora li ser navê parlementerên HDPê bi hinceta ku li dijî makeqanûnê ye, serlêdanê pêkanîn.
Berbirsa Karên Hiqûqê - Alîkara Hevserokan ya HDPê Aysel Tugluk û gelek parêzerên endamê Hiqûqnasên Azadîxwaz jî piştgirî dan heyeta HDPê.
Sancar: Eger em 110 îmze peyda bikin, em ê serlêna komî jî pêk bînin
Mithat Sancar derbarê mijarê de axivî û got: ‘Ya ku me kir serlêdana yekem e. Encama vê yekê nediyar e, lê em niha têkoşîna xwe didin. Dadgeha Makeqanûnê divê 15 rojan de derbarê serlêdana me de bersivê bide.’
(BK/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.