Parlementerê HDPê Ziya Pir piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hat berdan
Parlementerê HDPê Ziya Pir ku rûniştina doza Nûrsel Aydogan dişopand dema ji dadgehê derdiket hat binçavkirin. Pir piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hat berdan.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îro li 3. Dadgeha Cezayê Giran rûniştina doza derbarê Parlementerê Amedê Nûrsel Aydogan hat dîtin.
Parlementerê HDPê Ziya Pir jî ku beşdarê rûniştina dozê bûbû, dema ji dadgehê derdiket ji hêla polîsan ve hat binçavkirin.
Li gorî agahiyên Evrenselê polîsên sivîl dora Ziya Pir girtine, jê re gotine ku derbarê wî de biryara anîna bi zorê heye û wî binçav kirine. Polîsan piştre Pirî birine dozgeriyê.
Ziya Pir piştî îfadedayîna li dozgeriyê serbest hat berdan.
Tê zanîn ku Ziya Pir di 4ê Mijdara 2016an de hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Derketina derveyê welat jî li Pir hatiye qedexekirin.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.