Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Parlementerê Rihayê yê HDPê Îbrahîm Ayhan îro di saetên sibehê de dema diçû Enqereyê li Balafirgeha Rihayê hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku polîsan Îbrahîm Ayhan birine Mudiriyeta Emniyeta Rihayê.
Derbarê Ayhan de ji ber axavtineke wî yê li Şirnexê lêpirsîn dabûn destpêkirin û piştre derbarê wî de biryara girtinê hatibû derxistin.
13 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî tê de 13 parlementerên HDPê girtîne. Herwiha parlementeriya Fîgen Yuksekdag jî hat betalkirin.
(AS/YO)