Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bi hinceta ku ceza li wan hatiye birîn, parlamenteriya Osman Baydemîr Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê û Selma İrmak Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê, îro hatiye betalkirin. Parlamenterên HDPyê yên li Parlamentoyê, beriya ku tezkereyên betalkirina parlamenteriya Baydemîr û Irmakê were pêşkeşkirin, ji salona Lijneya Giştî derketin.
Piştî ku parlamenteriya Baydemîr û Irmakê hat betalkirin, hejmara parlamenterên ji HDPyê parlamenteriya wan hatiye betalkirin derket 11an. Hejmara parlamenterên HDPyê jî daket 48an.
Beriya niha jî parlamenteriya Fîgen Yuksekdag, Nûrsel Aydogan, Besîme Konca, Ferhat Encu, Îbrahîm Ayhan û Ahmet Yildirimî bi hinceta ku cezayên wan diyar bûne, ya Faysal Yildiz, Tûgba Hezer Ozturk û Leyla Zanayê jî bi hinceta ku li ser hev neçûne parlamentoyê hatibû betalkirin. (ŞA/FD)