Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji HDPê 22 parlamenterên jin tundkariya ku çawişê pispor Ferhat K. li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê li jina bi navê R.O. kiribûn birin rojeva meclisê û bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşniyaznameyekî dane Serokatiya Meclisê.
Parlamenteran di pêşniyaznameya xwe de qala tundkariya ku çawişê pispor Ferhat K. li Z.O.yê kiribû kirin û têkildarî mijarê ev pirs li Oktayî kirine:
* Biryara dûrxistinê ya ji bo çawişê pispor Ferhat K. ku gefa kuştinê li R.O. xwariye bes e?
* Derbarê çawişê pispor de lêpirsîna edlî û îdarî vebûye? Di pêvajoya lêpirsîna îdarî de wê biryara dûrxistinê bê dayîn?
* Wê ewlehiya R.O.yê û malbata wê pêk bê?
* Ji bo ku sûcên tundkariya fizîkî, tecawiz û îstismarê yên bêcezahiştin bi encam nebin wê çi bê kirin?
Parlamenterên pêşniyazname dane ev in:
“Meral Daniş Beştaş, Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Dersim Dag, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dilşat Canbaz Kaya, Ebrû Gunay, Fatma Kûrtûlan, Feleknas Ûca, Fîlîz Kerestecîoglû, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huda Kaya, Mûazzez Orhan, Nûran Îmîr, Oya Ersoy, Pero Dundar, Remziye Tosûn, Semra Guzel, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkûn, Tulay Hatimogûllari, Zuleyha Gulum”
Çi bûbû ?
Di 2ê Gulana 2021an de li Kanîreş, navçeya Çewlîkê li xaniyên TOKÎyê yên Tûrgût Ozalî çawişê pispor yê bi navê Ferhat K. Li pey zarokên ku bi wî re di heman apartmanê de niştecîne dikeve û lê dide. Yek ji wan zarokan ditirse û direve gel dayîka xwe. Dayika bi navê R.O. bertek nîşanî çawişê pispor dide. Ferhat K., çawişê pispor gefa kuştinê li R.O.yê dixwe û lê dide.
Piştî derpkirinê R.O. birine nexweşxaneyê û rapora derpkirinê girtiye û giliyê çawişê pispor kiriye.(AY)
Çavkanî : Ajansa Mezopotamyayê