Parlamenterên HEDEPyê di dema hevdîtinên budceyê de tecrîda li ser Ocalanî protesto kir
Parlamenteran li hêlekê kaxizên nivîs li ser wan hene, li hêlekê jî fotografên Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yukdekdag û siyasetmedarên din ên girtî yên kurd hilgirtin.

Parlamenterên HEDEPyê di dema civîna Komîsyona Plandanîn û Budceyê ya Wezareta Perwerdeyê de, li Parlamentoyê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî dan.
Li gorî nûçeya MAyê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) ên endamên Komîsyona navborî ne, kaxiz danîn ber xwe ku li ser wan nivîsên “Tecrît sûceke li dijî mirovahiyê” û “Ji bo aştiyê bila tecrit bi dawî bibe” hebûn.
Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind a Tîpa Fyê ya Girava Îmraliyê ye û 32 meh in ti agahî jê nayê wergirtin. Parlamenterên HEDEPyê bertek nîşanî vê rewşê da.
Parlamenteran her weha fotografên Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yukdekdag û siyasetmedarên din ên girtî yên kurd hilgirtin. (EMK/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.