Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdema 28an a yasaçêkirinê li Parlamentoyê (Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê – TBMM) îro wê bi sondxarina parlamenteran destpê bike. Ji ber ku “endamê herî kal e” wê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bibe Serokê Demkî yê Parlamentoyê yê yê civîna yekem a serdema 28an.
Lê ji ber ku Can Atalay, Parlamenterê TÎPê yê Hatayê, hîna ji girtîgehê tehliye nekirine, wê li şûna 600 parlamenteran, 599 parlamenter sondê bixwînin.
Atalay di 14ê Gulanê de ji Hatayê li ser navê TÎPê bûbû namzetê parlamenteriyê û hatibû hilbijartin.
Can Atalay ji ber Doza Geziyê hatibû girtin û ji 25ê Nîsana 2022yan û vir ve li girtîgehê ye. Ji bo tehliyebûna Atalayî serî li dadgehê hatiye dayîn, lê Daîreya 3yem a Cezayan a Dadgeha Bilind hîna biryar nedaye.
Beriya merasîma sondxwarinê a li Parlamentoyê, malbat û hevalên Atalayî li ser medyaya civakî kampanyayek bi hashtagha #CanAtalayaÖzgürlük (Azadî ji bo Can Atalayî) daye destpêkirin. (VC/FD)