Parlamenterê Wanê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê (HEDEP) Sînan Çîftyurek aşkere kir ku dema li Amedê bû bi çeke gef lê hat xwarin.
Çîftyurek derbarê gefa biçek de li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist. Çîftyurek diyar kir ku tespît û pêşniyazên wî yên der barê pirsgirêka kurd de hin derdorên kûr aciz kiriye.
Çîftyurek anî ziman ku di 17ê Çiriya Paşiyê saet 17.00an de li kuçeya Akkoyûnlû ya kolana Gevran a taxa Ofîsê kesekî bi êlek ew rawestandiye, di bin êlek de çek nîşanî wî daye û piştre bêyî ku biaxive ji wir dûr ketiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Çîftyurek bilêv kir ku ev gef gefeke plankirî ye û got ku gefa biçek piştî şopandin û rêxistinbûneke demdirêj pêk hatiye.
Çîftyurek diyar kir ku her derên Amedê bi kamerayan tê şopandin û got ku ger bê ew kesê ku bi çekê gef lê xwariye bi hêsanî bê dîtin.
(AS/AY)