Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dozgeriya Dadgeha Enqereyê parlamenterê HDPyê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş piştî standina îfadeya wî biryara serbestberdana wî da.
Erdogmûş şeva dî dema ji parlamentoyê derketî hatibû desteserkirin.
Berdevkê HDPyê Ayhan Bîlgenî dabû zanîn ku:
“Nîmetûllah Erdogmûş ji ber ku bêdestûr Nimêja Înê daye kirin tê dadkirin.”
12 parlamenterên HDPyê gitî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.
Parlamenterê HDPyê yê Colemêrgê, Nîhat Akdogan di 7ê Çiriya Paşiyê de hat girtin.
Cihgira berdevkên HDPyê Çaglar Demîrel û Besîme Konca di 13ê Kanûna Pêşiyê de hatin girtin. Hejmara parlamenterên girtî yên HDPyê bûn 12.
Nîmetûllah Erdogmûş
Di sala 1960ê de li Çewlikê(Bîngol) hatiye dinê.
Li Zanîngeha Atatûrkî li Beşa Îlahiyatê xwendiye. Li elezîz, Amed û Kilîsê bûye miftî.(BK/MB)