Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) yê Êlihê, Mehmet Alî Aslanî ji bo protestokirina projeya Bendava Ilisûyê xwe bi kevirekê Heskîfê ve zincîr kir.
Piştî temamkirina Projeya Bendava Ilisûyê, Heskîf dê di bin avê de bimîne.
Bixwîne - Endazyaran Heskîf kontrol kir: Zerer li şkeftan bûye
Mehmet Alî Aslanî diyar kiriye ji bo çêkirina projeyê kevir bi dînamîtan têne parçekirin û ew vê yekê protesto dike.
Li gor nûçeya dihaberê Aslanî gotiye:
“Bi biryara rayedarên fermî tê xwestin ku dîrok bê tinekirin, ev wek xencerekê ye ku li dilê me dikeve.
“Ez ne wek sîyesetmedarekê an jî li ser navê partiya xwe hatime. Wek kesayetekê wijdana min dînamîtkirina vê derê û binavbûna vê derê qebûl nake. “
Çi bûbû?
Digel nerazîbûna gelek sazî û kesan jî Projeya Bendava Ilisûyê tê çêkirin. Bi çêkirina bendavê avahiyên 12 hezar salî yên Heskîfê dê li bin avê bimînin.
Şikeft têne dagirtin. Hewildana Zindîhiştina Heskîfê eşkere kiribû ku avahî bi teqandina dînamîtan têne xerakirin.(NV/MB)