Parlamenterê Êlihê Mehmet Alî Aslan hat berdan
Parlamenterê HDPyê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, piştî ku li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê îfadeya wî hat standin, hat berdan.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamenterê HDPyê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan piştî ku hat desteserkirin, li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê îfadeya wî hat standin û paşê hat berdan.
Aslan duh (13yê Hezîranê) saet derdora 2.00ê nîvroyê li Balafirxaneya Êlihê hatibû desteserkirin ku wê biçûya Enqereyê.
Derbarê Aslanî de li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” doz hatibû vekirin û derbarê wî de biryara zevtkirinê hatibû girtin. Li gorî nûçeya dihaberê, doz ji ber ku Aslan sala derbasbûyî beşdarî merasîma cenazeyekî bibû hatibû vekirin. (HK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.