Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dersim Dag îro li Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê hat desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, sedema desteserkirina Dag hêj diyar nebûye.
Derbarê Dêrsîm Dagê de
Dersim Dag di hilbijartina 2018an de wekî Parlamentera HDPê ya Amedê hat hilbijartin û her weha di warê temenî de parlamentera herî ciwan a Meclîsê bû.
Dag di sala 1996an de li navçeya Bismila Amedê ji dayik bûye. Dema hê 5 mehî bûye malbata wê koçî Stenbolê kiriye. Dag heta 18 saliya xwe li Stenbolê jiyaye, piştî ku li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hat qebûlkirin çû Mêrdînê. Di heman demê de malbata wê vedigere Amedê. Dag di 22 saliya xwe de bû namzeta parlementeriyê.
(TY/AY)