Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Serdadgerîya Dadgeha Cezayên Sûlhê ya Stenbolê ya 9. doza girtina Ozgûr Gûndemê qebûl nekir, parêzerên rojnameyê serî li Dadgeha Makeqanûnê da.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê(DIHA), parêzerên Ozcan Kiliç û Sercan Korkmazî bi daxwaznameyeka 12 rûpelî serî li dadgehê daye û diyar kiriye bêhiqûqî hatiye kirin.
Hat eşkerekirin ku biryara girtina rojnameyê ji bo birêvebiriya rojnameyê nehatiye şandin û rojnameyên nêzîkî hikûmetê ew agahihî ji raya giştî re ragihandiye.
‘’Sûc û ceza ne dîyar in’’
Bi daxwaznameyê hat eşkerekirin:
‘’Sebeba girtina rojnameyê ne ti biryar in ku nîşan dide ji ber wê rojname hatiye girtin bi tenê behsa dest pê kirina lêpirsînekê heye.’’
Daxwaz
Parêzeran ji dadgehê xwest ku biryara girtina rojnameyê bê betalkirin, ji ber dema ku rojname dê girtî bimîne ne eşkere ye, bi vê yekê rê namîne ku karê rojnamegeriyê [li wê derê] bê kirin. (EA/MB)
Çi bûbû?