Fotograf: Feleknas Uca, Parlamentera HDPyê serdana malbata Îpek Erê kiriye. MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mûsa Orhan, Çawişê Pispor tecawizî Îpek Er (18) a ku li gundê Hemdûna Qûbînê ya Êlihê dimîne kiribû. Erê di 16ê Tîrmehê de ji ber ku Orhanî tecawizî wê kiribû hewl dabû xwe bikuje. Îpek Er piştî 34 rojan, di 18ê Tebaxê de li nexweşxaneyek taybet a Êlihê tedawî dibû, miribû.
Parêzerên malbata Erê, giliyê Mûsa O.î kiriye ku ji ber sûcê "Êrişa zayendî” kirine û xwestine Mûsa O. were darizandin. Gilîname ji îmzeyên 11 parêzeran pêk hatiye û parêzeran serî li Serdozgeriya Komarî ya Êlihê dane. Parêzeran gotiye Mûsa O. berpirsê xwekuştina Erê ye.
Her wiha parêzeran gotiye ew ê gilîyê wan polîsan jî bikin ku merasîma cenazeya Erê asteng kirine.
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(EMK/AY/FD)