Fotograf: HDP Îzmîr
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê ku parêzeriya Doza Denîz Poyrazê dikin, têkildarî îdianameya dozê ku hatiye amadekirin li hotêlek bajêr civîna çapemeniyê li dar xistine. Her weha rêveberên HDPê jî beşdarî civînê bûne.
Di civînê de di destpêkê de parêzer Turkan Aslan Agaçê axiviye û gotiye, dozger û polîsan bi awayek cidî li ser cînayetê lêkolîn nekirine. Ew dikarin mînaka vê yekê jî cihê bûyerê ku li navenda bajêr pêk hatiye û tevî ku polîs li wir hebûne jî mudaxile nekirine nîşan bidin û nebûna agahiyên îstîxbaratê jî wan bêtir dide fikirandin.
‘Di girtekê de behsa çente nekirine’
Agaçê daye zanîn ku derbarê polîsan de ji ber wezîfeya xwe pêk neanîne lêpirsîn nehatiye destpêkirin û li cihê bûyerê lêkolînek berfireh nehatiye kirin û çenteyê di destê kujer Onur Gencer de jî li girtekê nehatiye zêdekirin. Agaçê heke lêkolîn baş neyê kirin wê berevajî vê di nava raya giştî de were gotin ku hin delîl tên tunekirin.
Agaçe destnîşan kiriye ku di dema desteserkirinê de polîs bi awayek kêfxweş nêzî kujer bûne û gotina polîs a “navê te çi ye kekê min” jî her tiştî radixe ber çavan. Kêliya ku kujer desteserkirî bûye wêneyên hesabê wî yê înstegramê jê hatine birin û her wan daxwaz û serlêdan kiriye ku telefona kujer were lêkolînkirin jî lê bes daxwaza wan nehatiye cih û lêkolîn nehatiye kirin.
27 caran li Rêvebiriya Polîsan geriya ye
Agaç diyar kiriye ku di lêkolîna HTSê de hatiye tespîtkirin ku kujer beriya êrişê di dîrokên cuda de 27 caran li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê geriyaye û wiha gotiye: “Kujer li ser hev geriyaye û bi taybetî lêgerînên wî yên di hefteyê dawî de eşkere xuya dibe ku ev ne ji rêzê ye. Lewma em dibêjin ku kujer li Miduriyeta Polîsan bi kê û kîjan kesan re axivî ye û naverok axaftina wan çi bûye. Ev yek girîng e. Divê emniyet van axaftinan û kesan tespît bike. Ji bo ev were kirin me daxwaz kir ku agahî li dosyeyê werin zêdekirin. Lê bes derbarê vê mijarê de lêkolîn nehatiye kirin û lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”
Têkiliya kujer bi nijadperestan re heye
Agaçê aniye ziman ku di îdianameyê de rewşa siyasî hatiye piştguhkirin û cihgirtina êrişkar a di nava rêxistina sûc a dewletê de û têkiliya wî ya bi rêxistinên bi wî rengî re nehatiye lêkolînkirin. Êrişkar-kujer pir eşkere di wêneyê li ser medya civakî parve kiriye de hêmaya nijapderest nîşan daye û ev niyeta wî ya siyasî radixe ber çavan. Agaç da zanînye ku di qeydên HTSê de jî derketiye holê ku li ser medya civakî têkiliya kujer bi kesên netewperest-nijadperest re heye lê belê dozger û polîsan di vî warî de tu lêkolînek nekirine.
Têkiliya wî ya bi SADATê re nehatiye lêkolînkirin
Parêzer Turkan Aslan Agacê diyar kiriye û gotiye, “Li hemberî daxwaza me ya ku êrîşkar bi SADATê re têkildar e an na, polîsan di warî de bitenê lêkolîneke înteraktîf meşandine.
“Di rapora tespîtkirina înternetê ya 6ê Îlona 2021an de, dîmena ku têkildarî pênaseya SADATê ya li ser lînka wî û daxuyaniya têkildarî êrîşa li dijî Avahiya Rêxistina HDPê ya Bajarê Îzmîrê tenê hatiye nîşandan.
"Ji bilî vê ti lêpirsîneke kûr nehatiye kirin ku bê ka têkiliyê kujer bi SADATê re heye an na. Hewce nedîtine ku ji şîrketê re jî nivîs binivîse û bipirsin. Daxuyaniya SADATê ya di malpera xwe ya înternetê de weşandiye rast hatiye pejirandin.
‘Êriş plankirî ye’
Ji parêzerên dozê Îmdat Ataş jî destnîşan kiriye ku dema ew li her hûrguliyê doznameyê dinêrin tê dîtin ku cînayetek siyasî ye û qisûra îqtidarê jî di vê cînayetê de heye. Ataşî gotiye ku di hundirê dosyeya dozê de jî tê dîtin ku êrişkar demek dirêj li ser vê êrişê xebitî ye û plansaziya wê kiriy.e
Ataş diyar kiriye ku tê xwestin berî ku lêpirsîn were kûrkirin serê dozê were girtin û gotiye: “Dewletê mafê jiyanê binpê kiriye. Ji bo astengkirina xebatên partiya siyasî bi alî tevgeriyaye. Berpirsiyariya îdareyê pir eşkere ye. Ne mimkin e ku cînayetek wiha bêyî agahiya dewletê were kirin. Cînayeta Hrant Dînk jî mînaka vê yekê ye. Em wextê darizandinê jî bêjin ku êrişkar ne bi tenê ye û cînayetek organîzekirî bûye. Wê ji bo ronîkirina bûyerê hewldanên me bidomin.”
Çi bûbû?
Kesekî bi navê Onûr Gencer, di 17ê Hezîranê de bi çekê êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê. Di dema êrîşê de xebatkara partiyê, Denîz Poyraz kuştibû.
Gencer piştî êrîşê bi rojekê hatibû girtin. Gencerî di îfadeya xwe de gotibû, “Li hundir kî heba wê ew bikuştana.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotibû, “wê rojê dê civînek li dar biketa lê ew hatiye taloqkirin.” Raya giştî bertek nîşanî kuştina Poyrazê dabû. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî êrîşê bi du rojan axivîbû. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê Denîz Poyraz tohmet kiribû.
(AS/AY)