Parêzerên ÇHDê hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê parêzerên desteserkirî Naîm Emînoglu û Doga Încesu de hatiye vekirin de agahî nedan parêzerên wan.

Yek ji rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Stenbolê Parêzer Naîm Emînoglû û endama ÇHDê Parêzer Doga Încesu danê vê sibehê ji aliyê polîsên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hatin desteserkirin.
Parêzerên hatin desteserkirin birin Midûriyeta Emniyetê a Stenbolê ku li Kolana Vatanê ye.
ÇHDê da zanîn ku ji aliyê Midûriyeta Emniyetê a Stenbolê ve hatine agahdarkirin ku hevdîtina bi parêzeran re di çarçoveya dosyayê de 24 saetan hatiye astengkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê parêzeran de hat vekirin de agahî nedan ÇHDê.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.