Biroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku biçin Îmraliyê û Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan û girtiyên li cem wî, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaşî bibinî bibînin, serî li Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) daye.
Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarî ji Adara 2021ê û vir ve ango 17 meh in ku destûra çûna Girava Îmraliyê nadin parêzer û malbatên Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaşî.
Li gorî nûçeya Dîren Yûrtseverê ya li Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxwaznameya xwe de gotiye ku şert û mercên “incommunicado” ku tê wateya bêagahdariya teqes û xetereya her cure binpêkirinan didome.
Di 5 mehan de 61 serlêdan hatine astengkirin
Di navbera 1ê Nîsan û 31ê Tebaxa 2022ê de malbatan parêzeran 40 caran, malbatan jî 21 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dane. Yek serlêdan jî nehatiye qebûlkirin.
Parêzeran di daxwaznameyê de diyar kiriye ku 775 parêzeran di 10ê Hezîrana 2022yê de serî li Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyêdaye da ku bi lez û bez biçin Girtîgeha Îmraliyê û li wir miwekilên xwe bibînin. Lê heta niha ti bersiv nedane parêzeran.
Buroya Hiqûqê ya Sedalê di serlêdanê de bal kişandiye ser astengkirina hevdîtinên di cejnan de û gotiye ku aqûbeta nameyên miwekîlên wan di navbera Adar û Tebaxê de şandine nayê zanîn û her wiha di vê demê de ti hevdîtina bi telefonê jî nebûye.
Qedexeyên nû
Di dawxaznameyê de parêzeran behsa cezayên dîsîplînê yên nû kirine û gotine ku 6 meh qedexeya çûna parêzeran di 12ê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de hatibû dayîn û ev biryar di 22yê Nîsana 2022yê de bi dawî bû. Biroyê diyar kiriye ku wan piştî bidawîbûna biryarê wan yekser serî lê daye lê ev serlêdana wan jî nebersivandine. Her wiha destnîşan kirine ku di 13ê Nîsana 2022yê de Dadweriya 2yê ya Bicihkirina Cezayan a Bûrsayê, beriya dema qedexeya çûna parêzeran bi dawî bibe, 6 meh cezayê nû yê hevdîtinê daye. Lê ev jî piştî serlêdana parêzeran ew ji vê rewşê agahdar bûne.
"Bila CPTyê bi lez û bez biçe Îmraliyê"
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxwaznameya xwe ya serlêdanê de ji CPTyê daxwaz kiriye ku bi lez û bez biçin Girava Îmraliyê û hevdîtinan bi miwekilên wan re bikin.
Di serlêdanên de ev daxwaz hatine kirin:
"* Divê Komîte bi awayek bi lez li Girava Îmraliyê serdanek di pratîkê de pêk bîne.
* Pêwîste tavilê parêzer biçin serdanê û bi rêya hiqûqê dawî li biryarên qedexekar û astengiyan bên.
* Malbat û wekîl divê tavilê biçin serdanê û hemû astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbatan rabin.
* Divê mafê serdanê were sazkirin û her wiha mafê telefonê jî bi awayekî rûtîn çêbibe.
* Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya name û faksan rabin.
* Lazim e dawî li qedexeya rojname, kovar û pirtûkan bînin û her cure sepanên li dijî hiqûqê bidawî bibin.
* Şert û mercên îşkence, kiryarên dijmirovî û kiryarên xerab û rewşa incommunicado ji holê rabin û daxwaz tê kirin ku li tavilê prosedura xala 10/2. a Peymanê bikeve dewrê."
(FD)