Parêzerên Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, îdîaya ku Demîrtaş beriya hilbijartinên herêmî ji DEM Partiyê re nameyek şandiye derewand.
Li ser medyaya civakî hatibû îdiakirin ku Demîrtaş dê bi nameyekê derbarê hilbijartinê de daxuyanî bide.
Parêzeran di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li ser medyaya civakî de xwestin ku "Baweriyê bi nûçeyên bi vî rengî yên çêkirî neynin."
Daxuyaniya li ser navê Koma Parastinê ya Demîrtaş hatiye dayîn û parêzerên wî li ser medyaya civakî parve kirin wiha ye:
“Nûçeyên ku dibêje miwekîlê me birêz Selahattîn Demîrtaş ji bo hilbijartinê nameyek ji Navenda Giştî ya DEM Partiyê re nivîsiye, bi temamî derew e.
"Em daxwaz dikin ku baweriyê bi wan nûçeyên wiha yên çêkirî yên ku Navenda Giştî ya DEM Partiyê dixe bin gumanê, neynin."
(AS/AY)