Parêzer Feyza Altun bi sedema tiştên li ser hesabê xwe yê Xee nivisandine, îro hate desteserkirin.
Polîs çûne mala Altunê û li mala wê geriyane û dest danîne ser kel û pelên wê.
Altun paşê birine navenda polîsan.
Çi bûbû?
Altun beriya niha li ser hesabê xwe yê Xê helbesteke bi farisî weşand. Paşê bikarhênerekî medyaya civakî got. “Feyza Xanê pêngava şerîetê avêtiye.”
Altunê ji bo vê şîroveyê got, “Ez bi…tim şerîetê.”
Li dû wê jî got, “Komara Tirkiyeyê her laîk e û wê laîk bimîne.”
Serdozgeriya Komarî ya Beykozê bi tohmeta ku “dijminatiyê di nava gel de belav dike” li gorî xala 216/1ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan ji ber xwe lêpirsîn ji bo Altunê dabû destpêkirin.
(AS/FD)