Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzbendiya Tûma Çelîk, Parlamenter Mêrdînê yê Serbixwe li Parlamentoyê hatiye rakirin. Çelîk bi êrîşa zayendî a li ser jinekê û gefxwarinê tê tohmetkirin. Piştî îdiayên derbarê wî de belav bûbûn, Çelîkî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îstîfa kiribû.
Komisyona Tevlihev a Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclîsê di 1ê Çiriya Paşiyê de biryar dabû ku parêzbendiya Çelîkî were rakırın.
Çi bûbû?
Tûma Çelîk bi êrîşa zayendî ya li ser jinekê dihate tohmetkirin. Piştî vê tohmetê di 18ê Tîrmehê de ji HDPyê îstifa kiribû.
Çelîkî di nameya xwe ya îstîfakirinê de gotibû ku “xebatên min ên li Parlamentoyê û nava gel xuya ye hin derdor aciz kirine. Ji ber wê jî bi şêweyên cida cida kesayeta min bi hin tiştan tohmet dikin. Her weha derbarê jinekê de buxtanê li min dikin.”
Desteya Disîplînê ya Navenda ya HDPyê di 20ê Tîrmehê de civînek pêk anî bû û Çelîk ji partiyê avêtibû. (EKN/FD)