Papa Francis koça dawî kir

Dêra Katolîk ragihand ku yekemîn Papayê ne Ewropî Papayê 266an piştî 10 salên ji reformên wêrek koça dawî kir.
Vatîkanê diyar kir ku rojek piştî derketina ji şaneşîna Bazîlîka Azîz Petrûs, Papa Francis di 21ê Nîsanê roja Yekşemê de koça dawî kir.
Papa Francisê 88 salî 38 rojan li nexweşxaneyeke Romayê ji ber nexweşiya zatûreyê hatibû dermankirin.
Her weha Papa ji bo Xezeyê xwestibû agirbest bê ragihandin.
Papa Francis kî ye?
Papa Francis, bi navê xwe yê ji dayikbûnê Jorge Mario Bergoglio, di 17ê Kanûna Pêşîn a 1936an de li Buenos Airesa paytexta Arjentînê hatiye dinê.
Malbata wî bi eslê xwe Îtalî ye, bavê wî karkerê rêya hesinî, diya wî jî xanima malê bû.
Jorge Mario Bergoglio, li Buenos Airesê dest bi xwendina xwe kiriye û di temenekî ciwan de perwerdeya teknîkeriya kîmyayê wergirtiye.
Lê belê di sala 1958an de, ketiye dibistana olî û tevlî terîqeta Cezwîtan bûye û dest bi perwerdeya teolojiyê kiriye.
Bergoglio ku di warên felsefe û îlahiyatê de perwerde dîtiye, di sala 1969an de wekî keşe hatiye tayînkirin.
Piştre di sîstema perwerdeya Cezwîtan de wekî mamoste û birêveber xizmet kiriye.
Di sala 1973yan de wekî Serekkeşeyê Cezwîtên Arjentînê hate tayînkirin û ev peywir 6 sal berdewam kir.
Di sala 1992yan de bû alîkarê piskoposê Buenos Airesê, di 1998an de jî wekî Serekpiskopos hate wezîfedarkirin.
Di sala 2001ê de ji aliyê Papa John Paulê 2yemîn ve nasnava Kardînal lê hate dayin.
Di 13ê Adara 2013an de, piştî îstîfaya Papa Benedictê 16emîn, wekî Papayê 266emîn hate hilbijartin. Papa Francis, bi vê nasnavê, wekî yekemîn Papayê Latin Amerîkî û yekemîn Papayê ji eslê cezwîtan di dîroka Dêra Katolîk de cih girt.
(HA/AY)
*Çavkanî: MA, Rudaw