Fotograf: AA/Bexda
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê firokeya ku Papa tê de ye gîhîştiye Balafirgeha Bexdayê ya Navneteweyî.
Mustafa El Kazimî, Serokwezîrê Iraqê, bi merasîmek fermî li balafirgehê pêşwaziya Papa Francîscûs kiriye. Papa û Kazimî li salona pêşwaziyê ya li Balafirgehê dê bên gel hev.
Piştî hevdîtina bi Kazimî re Papa wê derbasî Qesra Serokomariyê bibe ku li Herêma Kesk a Bexdayê ye. Berhem Salih, Serokomarê Iraqê bi merasîmek fermî wê pêşwaziyê li Papa bike. Piştre wê Papa û Salih hevdîtinê pêkbînin.
Papa wê li wir bi nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û dîplomatan re bicive.
Di dîrokê de cara yekeme Papa diçe Iraqê
Papa Francîscûs, ji ber şewba Covîd-19ê geştên xwe yên ji bo derve yên sala 2020ê betal kiribû. Piştî 16 mehan geşta xwe ya yekem ji bo Iraqê kiriye. Di dîrokê de cara yekeme Papa diçe Iraqê.
Serdana Papa ya ji bo Iraqê wê 8ê Adarê de bi dawî bibe.
Li gorî nûçeya Rudawê Papa wê di 7 Adarê de derbasî Hewlêra Herêma Kurdistanê bibê û li wir jî wê biçe Mûsûlê. (PT/AY)