Ji bo nûçeya Tirkî
Rêberê dînî yê Xirîstiyanên Katolîk Papa Francesco ji rojnameya La Croix ya Fransayê re axivî.
Li gorî nûçeya BBCê, Papa pirsa derbarê laîkbûn û di sîstema dewletê de rola dînê wiha bersivand: ‘Divê dewlet laîk bibin, sibêroja dewletên dînî nebaş e. Ev yek pêkhatineke li dîjî dîrokê ye.’
Papa got ku li gorî wî ‘laîkbûneke ku azadiya baweriyê bi qanûnan hatiye naskirin’ baştir e.
‘Mafê jineke misilman heye ku serê xwe bigire. Herwiha mafê katolîkek jî heye ku bi xwe ve xaç dalîqanîne.’
Li Ewropayê rexne
Papa Francesco, pirsa derbarê tirs û xofa ewropayiyan a li hemberî îslamê wiha bersvand: ‘Ez wisa dibînim ku tirsa wan ne ji îslamê ye; ji DAIŞê û ji şerên fethê ku çavkaniya xwe ji îslamê hildigirin ye.’
‘Rast e, di îslamê de feth heye. Lê di beşa dawî ya Încîla Mattayê de jî feth cih digre.’
‘Divê pirs li ser bê pirsîn ku li hemberî terora îslamî, ji welateke weke Îraqê ku îqtîdar lê pir hêzdar bû an ji Libyayê ku lê eşîrbûn gelek zêde bû re çima ewqas demokrasiyeke ewropî hat îxraçkirin.’
‘Tevgerineke bêyî çand û kevneşopiya wan ne mimkun e. Çawa ku libyayîyek jî digot: ‘Berê Qeddafî tenê hebû lê niha 50 kesê weke wî heye.’
Papa Fracesco bal kişand ku li gelek welatan gelê xirîstiyan û misilman ligel hev û di nav aştiyê de dijîn.’
“Berpisrên şerên heyî, çekfiroş in’’
Ji bo bersiva pirseka li ser rewşa penaberan papayî gotiye: ‘’ Pirsa divê bê pirsîn, gelo çima ev qas koçber hene.’’
‘’Arîşeyên bingehîn; şerên li Rojhilata Navîn û Efrîqayê û birçîbûna li Efrîqayê ne.’’
Papayî dîyar kiriye ku li standina penaberan xeletiya herî mezin ew e ku ‘’li şûna ew bêne entegrekirin ew bêne ‘getto’kirin e.’’
Bazara ji bo aboriya civakê divê hebe
"Arîşeya mezintir jî ew e ku sîstem, pereyan dike wek îdolekê. Ji sedî 80ya zengînîyê di destên ji sedî 16ê civakê de ye.’’
"Ev bazara ku bi temamî serbest e ne kêrhatî ye. Divê aborîyeka bazara civakî çêbibe.’’
(YY/MB/YO)