Ozgur Ozel wê serdana Demîrtaş bike
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel wê serdana Selahattîn Demîrtaş bike.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ji bo bi Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê pêk bîne, serî li Wezareta Dadê da. Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê tê pêşbînî kirin ku hevdîtin serê hefteya pêşiya me dê pêk were.
Ozgur Ozel duh di komcivîna partiya xwe de ragihandibû ku ew ê di navbera 23-27ê Cotmehê serdana Amedê, Êlihê, Mêrdînê, Şirnexê û Colemêrgê bike û beriya hevdîtinê jî dê serdana Demîrtaş bike.
Ozgur Ozel ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê da û hê jî bersiva wî nehatiye dayîn.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.