Ozdag: Em ê di 28ê Gulanê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû
Kemal Kiliçdaroglû û Umît Ozdag li Navenda Giştî ya Partiya Serkeftinê(Zafer) civîyane. Piştî civînê Ozdag destnîşan kiriye ku ew ê di 28ê Gulanê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milletparêz Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag ji bo parvekirina hûrgiliyên peymana lihevkirinê ya ku ji bo hilbijartina 28ê Gulanê, civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar dixin.
Kiliçdaroglu beriya hevdîtinê çûye Navenda Giştî ya Partiya Serkeftinê, Ozdag li ber derî pêşwaziya wî kiriyw.
Ûmît Ozdag di axaftina xwe de ragihandiye ku ew ê di 28ê Gulanê de piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglu.(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.