Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kongreya xwe ya awarte ya 4an li Enqereyê, li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanî pêk aniye.
Di kongreye de hilbijartin pêk hatiye û piraniya ji 904 delegeyên HDPyê dengên xwe bikar anîne. Di encama hilbijartinê de Sûltan Ozcan û Cahît Kirkazak bûne Hevserokên nû yên Giştî yên HDPyê.
Her weha endamên Meclîsa Partiyê û lijneyên erkdar jî diyar bûne.
Endamên esil ên Meclîsa Partiyê: Adem Demirağaç, Ahmet Yaşaroğlu, Aydın Çetinkaya, Ayfer Demirel, Ayşe Yılmaz, Besra Aslan, Cevdet Bakın, Fatma Yılmaz, Gülistan Ataş, Gülsüm Ağaoğlu, Gültekin Koçdemir, Gülten Akdağ, Gülüstan Önver, Hatice Akdağ, Hüsnü Kuran, İsmet Kaya, Kahraman Oğuz, Kamile Koç, Kayhan Yüksel, Kıymet Temel, Kıznaz Türkeli, Mahmut Çavlı, Mahmut Emin Avcı, Mehmet Yalçın, Mehmet Zarif Kesiciler, Mustafa Erbek, Müge Yamanyılmaz Koşar, Nurettin Sönmez, Peruze Demir, Resul Sadak, Sait Bıçakcı, Salih Mevali, Sevgül Yalçın, Songül Köse, Şengül Acı, Türkan Konukcu, Ubeydullah Özmen, Ufuk Özel, Zehra Vezan Karabulut.
Endamên yedek ên Meclîsa Partiyê: Nilüfer Yeşiltepe, Aydın Kaya, Cahit Doğan, Melek Yerkan, Zekiye Özkan, Şenel Öztürk, İmam Özçelik, Çetin Çiftçi, Hazime Deniz, Mehmet Ağa Benli, Güher Urkun, İsmail Ağan, Selami Özyaşar, Sait Kılıç, Zabit Vurdu.
Endamên Lijneya Dîsîplînê: Adalet Aydın Sözkesen, Ayhan Akgül, Berfin Kaya, Bilal Algünerhan, Celal Soğuk, Şevkiye Müge Caner, Yüksel Yıldırım.
Endamên esil ên Lijneya Lihevhatinê: Ayşe Etiz, Emine Ecer, Numan Hasanoğlu.
Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Sûltan Ozcana ku bûye Hevseroka Giştî ya HDPyê di kongreye de axiviye û gotiye ku “Me got, ‘HDP ramaneke, nikarin bigirin’. Ji ber ku HDP ramaneke û ev raman tovê jiyana civakî ye û dikare astengiyan derbas bike û ji xwe re rêyên nû veke.”
Kirkazar: Em bi hev re jiyana azad saz bikin
Hevserokê Giştî yê din ê HDPyê Cahît Kirkazakî jî di axavtina xwe de diyar kiriye ku “Dema me di HDPyê de dest bi têkoşînê kir, me soz da xwe, da gele Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê û dîrokê. Soza me ew bû ku em ê daxwazên dayikên aştiyê yên di rêya aştiyê de can dane pêk bînin û ev soza me hîna derbas dibe. Em ê vê têkoşînê tekez bi ser bixin. Banga me ji gele re me, dest bidin me, mil bidin me. Em bi hev re jiyaneke nû, jiyana azad saz bikin. Kesên ku êrîşî xeta jiyana me ya azad û ya nû dikin, bila bizanibin, hûnê nikaribin vê pêk bînin. Bi berdewamî ji me bitirsin.” (NT/FD)